Keça Reşik Heyva Şevê

Mehmet Çobanoğlu
2641

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Keça Reşik Heyva Şevê

Gundê me de mal û xanî
Axa me de çem û kanî
Keça reşik rê dinêre
Kew gozel li ber danî

Kewa gozel war şên dike
Keça reşik dil bar dike
Dilê wî de evîn tijî
Rewşa kew ê xweş fêm dike

Bin malan de dorhêl qaş e
Kewa gozel xweş dimeşe
Keça reşik jêhatî ye
Nanê pijand hûr lewaş e

Çavên reşik, dilên xweşik
Çem dikişe nav de xişik
Çanda me de her tişt hene
Em dizanin kap û kişik

Deng vedide dengê kew ê
Keça reşik heyva şevê
Bi kêfxweşî kew diçêre
Xeman nexin dilê kew ê

Mehmet Çobanlglu
28.08.2025
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 28.8.2025 10:04:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!