Pira gundê me tenge
Keça qemer ne şenge
Kincê lê jî tenikin
Mîna gula bêbelge
Aşê gundê me kevne
Keça qemer nakene
Serdilkê wî ba nîne
Dilê keçê wêrane
Gundê me de dûxane
Kalînî ya berxane
Keça qemer melûle
Mîna malên rûxane
Rêya gundê me çep e
Keça qemer re rap e
Kovana dil pir zore
Mîna hespên ber xap e
Korta gundê me kûre
Keça qemar mexdûre
Heyfa keça qemer e
Berdilka wî pir dûre
Mehmet Çobanoglu
10.04.2020
Stenbol
Kayıt Tarihi : 10.4.2020 18:29:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!