Keça Partîzan Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2549

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Keça Partîzan

Delala min keça Kurdan haydî rabe
Ax tune be war tune be şadî nabe
Lê qemerê keça bedew keça şêrîn
Eşq tune be dilê feqîr e evîn nabe

Delala min ax azad be welat xweş e
Keça devken keça rindik hêz bide min
Em xweş zanin bêazadî jiyan nabe
Tu partîzan ez partîzan werê ba min

Delala min cengewara gelê me yî
Tu xweşikî, welat xweşik e, ax jiyan e
Keça Kurdan keça merdan keça hêja
Meraq neke gelê Kurdan ser pîyan e

Delala min piştevani tim şadî ye
Ji bo doza azadî yê em hev re nin
Tu partîzan ez partizan were ba min
Ez hevalim tu hevalî em şervanin

29.06.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 29.6.2016 23:08:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu