Keça narîn min re kêfe, dilşahî ye
Min re berbang min re ronî û hêvî ye
Bejnûbala wê balkêşe, rû şanike
Dil hez dike ne şerme û ne fedî ye
Keça narîn nalenale tim dinale
Mîna berxa li ber kozê pir dikale
Wek havîne wek bihare xweş tê xuya
Mîna ava çavkanîyan kûr dikele
Keça narîn zarşirîne dev şirîne
Eşqa wê jî zû de heye dilevîne
Ser mase de nav tasê de xweş guşî ye
Di baxan de sêvin, hermî û tirîne
Min re dile min re gule gulsosine
Umrê mine sewda mine roja mine
Kerema xwe min fêm bikin lome nekin
Keça narîn sebra mine canê mine
23.05.2016
Stenbol
Kayıt Tarihi : 23.5.2016 23:39:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2016/05/23/keca-narin-zar-serine.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!