Kulîlka li ser çîya, buhara rengînê
Oy por kurê, oy rebenê dil birînê
Di hesreta te de xwîn diherike
Dilê me kula şaxwedayê
Tu were lê tu were lê
Bila di çîyayê sor de gul vebin
Îro wexta zozanaye
Şînê bihêle govendê bigre
Keça kurda di dilê me de gul vede
Gur ketine li nav me
Em ji hev û du qetîyane
Goşt nemaye li ser hestûyê me
Temenê me li zindanan rizîyaye
Tu were lê tu were lê
Bila di çîyayê sor de gul vebin
Îro wexta zozanaye
Şînê bihêle govendê bigre
Keça kurda di dilê me de gul vede
Kayıt Tarihi : 29.12.2019 16:46:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!