Keça Hêja Pir Nazike Şiiri - Mehmet Çoba ...

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Keça Hêja Pir Nazike

Keça delal keça me ye
Mîna heyva nav şeva ye
Bedewbûna wê bû destan
Nav gul, sosina de ma ye

Keça xweşik, zar şêrîne
Mîna gula nêv zerîne
Pir fetan e pir nazdar e
Dawa xwe jî dihejîne

Keça delal her dem zor e
Tim ser pişta hespê tor e
Hişê ciwana hildide
Kirasê lê kesk û sor e

Keça hêja pir nazike
Dilo here zû gazîke
Xûy şêrîne, bejn bilinde
Xwezil bê te razî ke

Mehmet Çobanoglu
22.08.2017
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 22.8.2017 17:06:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu