Porê gungilî û kezîyên reş
Ser milên keça qemer de
Heta ser newqa zirav
Newqa narîn de
Xwe berjêr berdan bihost û bihost
Wek esmanê ser cîhanê bi berfireyî tên xuya
Ronahîya heyvê ji rengê zîvî
Xwe da ser her du dêmên
Keça bedew
Her lêvên tenik
Zirav û sor û gevez
Tim jî gul û gulî
Wek gulên bilbilan ê nav bax û bexçan
Şewq û şemalên berbanga sibê
Ronahî û birqonekî
Xwe berda nav her du reşikên
Çavên keça qemer de ên zeytûnî
Wek hêvîdarîya azadîya Kurdîstan ê
Bihara dû zivistanan
Bi tim nav hemû dilan de hêşîndayî
Gelan re gulan re bilbilan re
Sewalan re berxan re bi germî û jiyanî
Kenên nerm û germ
Hol bû bi qaydê roja nû
Roja rojhilat
Ser lêvên keça qemer de
Keça delal û Havîn Naz’a Kurdan de
Şeng û şaî bi ronahî ken û devkenî
Bi Kurdîstan’î bi şoreş’î cih girt pir zexmî
Qîrînî û qijînîya evînyê
Zelûl û melûlya dengê qulingan
Lemelema çeman
Mij û dûman ser çiyan
Fixana tev dilandan de
Ew rojên reş û sar
Qulibîn, buhurîn û çûn qet neman
Bikene têr bikene
Keça qemer Havîn Naz’a Kurdan
Îro cejna Newroz’ê ye
Roja azadîya gelan û serfirazîya Kurdan e.
Mehmet Çobanoglu
29.02.2012
Stenbol
Kayıt Tarihi : 1.3.2012 01:36:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!