Bejn dirêj, rû stêrkê
Delаlê, gula çiyan
Tu delalî tu rindî
Bejna te xweş tê xuyan
Keça gundan lê rindê
Keçê rûmet û qemer
Bedewiya heft gundan
Delalê keça esmer
Keça bi kiras tenik
Şara sor li nav milan
Çav reşa rû bedewê
Delаla heza dilan
Keça bi xemze bihar
Gul xemilîn bi li te
Rindê tu pir şêrînî
Çavên ciwanan li te
Bedewiya heft gundan
Qemerê têr bikene
Li ciwanan binhêre
Şoxûşengî bikene
Xezala li ser avê
Were cem min esmerê
Bedewiya heft gundan
Keça Kurd'an qemerê
Li ava çema xweşe
Rindê jî zend bazin e
Bedewiya heft gundan
Ne piçûk ne mezin e
Mehme Çobanoglu
09.06.2024
Stanbol
Kayıt Tarihi : 9.6.2024 12:41:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!