Keç û Xortên Ciwan Şiiri - Kazım Özdemır

Kazım Özdemır
68

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Keç û Xortên Ciwan

Por sipî bû nema tayek reş
Zû borîn rojên ronahî û xweş
Ser bû wek goristan
Por jî li ser bû daristan

Rojên baharên çûn hat zıvıstan
Agır berdan gundan, çiya hiştin bê daristan.
Fersend nedan evan zaliman, rakirin ferman
Xwestin kokê me rakin ji cîhan

Em nêzî gorê ne êdî mal dibe qebristan
Di van goran da radizên bê hisab qehreman
Bi hijmartin dawî nayê li navên wan
Ji bo welat ewan fedakir can

Faik Bucak, Yılmaz Güney, Edip Karahan
Ahmet Arif, Musa Anter, K.Eli Bedirxan
Ebdulî, İdrîs Bezanî, Şerfkendî
Qasemlû û Berzanîyê serê seran

Cîgerxwîn, Namî, Qedircan
Garapêt, Mehmet Arif, Meyrem Xan
Kawîs Axa, Hesen Cizrawî, Eyşe Şan
Qanadê Kurdo, Şekroyê Xıdo, Dr. Şivan

Seit Eiçî, Şêx İzeddIn, Sebrî Osman,
Nurî Dersimî, Qedrİ Bek, Zîya kurê Şerefxan
Xalit Begê Cibrî, Celadet Elî Bedirxan
Seyit Riza, Elî Şêr, Şêx Seid pîrê pêran

Bi sedan ronakbir û rêzan
Yek bi yek di goristan da razan
Ez jî tim dimeşim li dû hemîyan
Heta mirinê dernakevim ji rîya wan

Binêrin ev welatê xweş wek bağ û bostan
Welat dewlemende gel feqîr û xîzan
Bila cîyên xwe bigrin keç û xortên ciwan
Welat car din bikin cîyê gul û gulîstan

Hûn werin li ser seran li ser çavan
Cîyên xwe bigrin ey kesên ciwan
Ev ser ji we ra qurban
Ev can gorî wetan

Kuşadası - Leer, 26.04. - 11.06.2007

Darên fêkî hişk bûn, welat bû berîstan

Kazım Özdemır
Kayıt Tarihi : 12.6.2007 18:17:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Dîla Evîna Te
    Dîla Evîna Te

    helbest ew tişt e ku meriv, hestên xwe, armancên xwe, daxwazên xwe, bi gotin û bêjeyên kin û li hevhatî bibêje û bîne ziman.

    qeda dilê te û destê te saxbe helbestvanê hêja.

    Serkeftin...

    Cevap Yaz
  • Salim Kanat
    Salim Kanat

    belki inanmıyacaksın ama baştan sona okudum anlamasam da
    sevdiğim isimler hürmetine.
    keşke tercümesini de koysanız..
    selamlar..

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (2)

Kazım Özdemır