Por sipî bû nema tayek reş
Zû borîn rojên ronahî û xweş
Ser bû wek goristan
Por jî li ser bû daristan
Rojên baharên çûn hat zıvıstan
Agır berdan gundan, çiya hiştin bê daristan.
Fersend nedan evan zaliman, rakirin ferman
Xwestin kokê me rakin ji cîhan
Em nêzî gorê ne êdî mal dibe qebristan
Di van goran da radizên bê hisab qehreman
Bi hijmartin dawî nayê li navên wan
Ji bo welat ewan fedakir can
Faik Bucak, Yılmaz Güney, Edip Karahan
Ahmet Arif, Musa Anter, K.Eli Bedirxan
Ebdulî, İdrîs Bezanî, Şerfkendî
Qasemlû û Berzanîyê serê seran
Cîgerxwîn, Namî, Qedircan
Garapêt, Mehmet Arif, Meyrem Xan
Kawîs Axa, Hesen Cizrawî, Eyşe Şan
Qanadê Kurdo, Şekroyê Xıdo, Dr. Şivan
Seit Eiçî, Şêx İzeddIn, Sebrî Osman,
Nurî Dersimî, Qedrİ Bek, Zîya kurê Şerefxan
Xalit Begê Cibrî, Celadet Elî Bedirxan
Seyit Riza, Elî Şêr, Şêx Seid pîrê pêran
Bi sedan ronakbir û rêzan
Yek bi yek di goristan da razan
Ez jî tim dimeşim li dû hemîyan
Heta mirinê dernakevim ji rîya wan
Binêrin ev welatê xweş wek bağ û bostan
Welat dewlemende gel feqîr û xîzan
Bila cîyên xwe bigrin keç û xortên ciwan
Welat car din bikin cîyê gul û gulîstan
Hûn werin li ser seran li ser çavan
Cîyên xwe bigrin ey kesên ciwan
Ev ser ji we ra qurban
Ev can gorî wetan
Kuşadası - Leer, 26.04. - 11.06.2007
Darên fêkî hişk bûn, welat bû berîstan
Kazim ÖzdemirKayıt Tarihi : 2.7.2011 00:43:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!