Karxezalên Welatê Me Şiiri - Mehmet Çoba ...

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Karxezalên Welatê Me

War, welat hat berçavê min
Agir jî ket nav dilê min
Êz daxwazim jî vir herim
Mij û duxan rê nadin min

Welatê me hat bêrîya min
Girîn dibarin çavên min
Ez ketim xewn û xeyalan
Dîsa tune hedûra min

Ronîya me, jiyana me
Niştiman bû xelatê me
Ez bendewarê welat im
Welat hebûna gel ê me

Cîwanên me wek stêrkan
Pir xemilîn bo keçikan
Dilê wan de jî welat e
Qîmet bidin dil tenikan

Çemên welat pir zelalin
Li dorê de karxezalin
Diçêrîn li ser mêrganin
Pir çelengi pir delalin

Rabin serpê, xwe dagirin
Neyarê Kurdan agirin
Dil daxwaze herim welat
Ez rêketim min negirin

Mehmet Çobanoglu
05.06.2023
Stanbul

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 5.6.2023 23:22:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!