Kanîya Gundê Me Pir Gurre

Mehmet Çobanoğlu
2552

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Kanîya Gundê Me Pir Gurre


Kanîya gundê me pir gurre
Av jî jê tê şûre şûre
Derdorê de pez diçêrin
Eşqa dilan nabihure

Dora gundê me kanîne
Şivana jî pez anine
Bêrîvan mîhan didoşin
Evîna min pir narîne

Lo kanî ye, çavkanî ye
Li bin min de tor canî ye
Canî ya min pir lezgîne
Dilê min de sewda heye

Li kanî yê ava sar e
Dem jî me re nû bihar e
Tek meraqa min Xezal’e
Guhan de jî zêr guhar e

Kanîya gundê me jêre
Kanîya me rê dinêre
Yara min hatîye avê
Di bin çavan min dinêre

Mehmet Çobanoglu
14.07.2017
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 14.7.2017 17:34:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu