Kanî Gelo Danê Berê Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
108

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Kanî Gelo Danê Berê

Berê pepuktî gelek bu
Berê pelengazî hebû
Lê mirovatî gelek bu
Kanî gelo danê berê

Berê gezek nanî hebû
Berê av û şîrek hebû
Lê Camêrî gelek hebû
Kanî gelo danê berê

Berê zilama a mêr bun
Berê pîrek na xemlês bûn
Çê wek tivîlka bi hevbûn
Kanî gelo danê berê

Berê Çêtî gelek hebû
Berê lêtî hindik hebû
Berê gelek pirî xeş bû
Kanî gelo danê berê

Berê zanî hindik hebû
Berê peltuk hindik hebû
Lê bawerî gelek hebû
Kanî gelo danê berê

Berê şivan û gavantî
Berê çandin û teratî
Berê kirin bi tebatî
Kanî gelo danê berê

Berê karî pir dijwar bû
Berê jîyan gelek kaş bû
Lê hêvî pir gelek hebû
Kanî gelo danê berê

Berê razan li çola bû
Berê şêva wek roja bû
Lê Ewlehî gelek hebû
Kanî gelo danê berê

Berê Hêlînê me Ax bûn
Belê gelf û moranî bûn
Digel sewal û ajal bûn
Kanî gelo danê berê

Berê birewerî nebû
Berê fêl û xap tunebû
Berê wekî niha nebû
Kanî gelo danê berê

hewan dem û danê berê
Mirov bahatir bu berê
Gotina ji navbun berê
Kanî gelo danê berê

Cîran û nêzmalî hebû
Wekî yekî ji malê bû
Ewlehî bi hevdu hebû
Kanî gelo danê berê

Hevaltî hevalî geşbu
Lestik lime çiqa xeşbu
Tavî lime niha reşbu
Kanî gelo danê berê

Berê mirov nêrîn xweşbun
Berê nîyet Çêt û geşbun
Mirov bi hevdu şadibûn
Kanî gelo danê berê

Berê Evîn ne rojek bûn
Berê heyya mirinê bûn
Jîyan lihev wekî yekbûn
Kanî gelo danê berê

Berê zandar na halobun
Berê mela na hewsabun
Berê Şêxa na kewşabun
Kanî gelo danê berê

Berê tama zanîn hebû
Berê Tama Tişta hebû
Berê tama gotin hebû
Kanî gelo danê berê
Helbest, Lekbêj

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 29.2.2020 19:37:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Zandar Amari