baran û borana
dilê min
zivistan hanî.
pûk û zîpikê zivistanê
li dilê min xist.
êş û keştîya dilê min tevizî.
giranîya şevê çû!
lîstika êşa dilê min
li ber cavê min wenda bû.
Çima!
şerwan, ciwan
mert û cumert
kêm bûn
di van lîstikan de
kurdmêr
kurdşêr
ka li ku man.
ka mem, ka zîn
ka sîyabed, ka xec
ka zal, ka rustem
ka ronahî, ka ronekbîr
ka xanê, ka celaded
ka xezal, ka delal
ka xal, ka ap
ka pismam, ka dotmam
ka gund, ka bajar
ka welat
ka ziman.
Kayıt Tarihi : 6.5.2008 15:52:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Ku dema min ev helbesta te xwend ,bawer bike dilê min ji tevizî. Ka hemu dewlemendiyen me kurdan?
Bi dile te sağ be ji bo helbesta te...
Kekê ji bo diltenikiya te,te pîroz dikim.
Bi hêviya berz û pîroz...
TÜM YORUMLAR (2)