Ka bajara Halapçe, ka Dersim û ka Zîlan?
Niznim ev çi hale? Agir berdan ser hêlan,
Şewate û birûske, tim jî bo me sîteme,
Ne însafe ne wîjdan, destbend xistin her milan.
Ka axa walatê me, ka warê bav, kalên me?
Li bajaran û gundan, agir berdan malên me,
Hawarî ket nav gelan! Neyarê me pir wehşe…
Dengê wan wek wawîkan, dijmin êriş da ser me.
Rom her dem sîtemkare, heta hêza me hebe,
Bawerîya me van naê, destê me welat nabe,
Ji xwe wan biparêzin, herdem ew bênamûsun,
Berxweden bo me ferze, ez heyran lawo rabe.
Pêlên xwînê dikişe, me re derd û kul maye,
Tank û top me qelibîn! Çima dinya bêhaye?
Welet bikin serfiraz, kesî re nebin barkêş
Jîyana me geşbikin, welat bo me bihaye.
Jîyaneke serbestî, ne xêre û ne dermal,
Bo mafê gelên Kurd’an, dem me re bibe şemal,
Çabanoglu rabe pê, bigire destê gelan
Wek Mahsum û wek Hayrî, wek Yîlmaz û wek Kemal.
20.09.2013
Stenbol
Kayıt Tarihi : 20.9.2013 19:20:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2013/09/20/ka-dersim-ka-zilan.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!