Jiyana Min Neşelife Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2567

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Jiyana Min Neşelife

Jiyana min tu xwe ragire tu car neşelife!
Nekeve xetera,bendê dilê min neqetîne,
Pêl û pêlan min neqelibe bi derd û êşan..
Tu car li ser hencekî nemîne,tim xurtbe.

Dilo û dilê min nebe wargehê bêbextîyê!
Sing min veke kûr bi kûr li bo rûmetîyê;
Navberê min bike war û welatê azadî yê..
Ax û kevrin welatê me tîjî nav xwe bike.

Dilo pirsgirêkê me geleke,were dilê min,
Heval û hogirên me rabûn çûn ser çiyan!
Li ser çiyayê Cudi li ser çiya yê Qendîlê..
Em jî rêkevin û herin bi tev refê van bin.

Dilo tu hêvîya min bimîne,ez birîndarim!
Alîkî min de Zîlan’e gelîyên vî de xwîne,
Alîkî min de jî Mûnzûr’e mije û dûmane..
Dilê min were hêvîya min,rêya min dûre.

Jiyana min tu xwe ragire tu car neşelife!
Bar jî li min girane ez gorî te tu netewe,
Sîh sale li me şere Cîzra bohtan dişebite..
Ez qurban were,welat’ê me Kurdustane.

Dilê min were hêvîya min,rêya me dûre,
Em herin çiyan û kulîlkan komkin bînin,
Bi rengê wan kesk û sor û zer be! lo dilo
Bi kulîlkan ve em ala Kurdan bixemlînîn.

13.01.2010
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 16.1.2010 21:39:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu