Ez qurbana wê bejna te tu egîdê gelêmeyî
Rabe were me derenge gul, bijkojê baxêmeyî
Berbanga hemû sibayî, ronahîya rojameyî
Tu hîva nav her şevayî, heyverona xwe bide me
Hêzên neyaran agire, diqelîne tim kozire
Caran gure caran wawîk goştê canê me dikoje
Zû rabe were lez û bez, hêstirê me zehf dibare
Malên gelan ber gulane, bax û baxçên me wêranin
Neyar hatin me tofane jiyana dîl bêwateye
Warê me de fîxan wîzar dilê me de axa me ye
Serbestî jî tim pîroze war, welat jî azadîye
Dijrabûna me Kurdane diyarîye, welatîye
Em ne bizdok ne tirsekin em azadîyê daxwazin
Serxwebûn bo me giringe hemû lawên me lehengin
Em ne behit ne metelin em tim jîrin tim dozvanin
Diyarê me Kurdistan’e nav de pakrawanin menin
Derdo dîsa me nalîne artêşa Tirk’an pir hove
Bi tank û topan tev hatin ser me de agir dibare
Berxwedan tim rûmetîye, doza me jî azadîye
Can û malên me jî here, em nadin Kurdistan’a me
04. 01.2013
Stenbol
Kayıt Tarihi : 4.1.2013 17:09:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2013/01/04/jiyana-dil-bewateye.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!