Erê gulê!
tuxman li çola zip û zûha ne reşîne
weku tovê li ser keviran
bê çandin,
Dilopên xwendeyan
di qelşê lêvan re diherikin,
Di qiraxa dil di bi cî dibin.
Jiyan...!
Çendî gotinekî nazdare.
Bûye Şevger,
bi şev weke Tayekî serdana min dike,
bi roj jî,
min weke termekî dihêle!
Tû dibînî çawe ronahiya heyvê,
di derya ya agir de dihele?
Serî ne tewîne,
cawazî nîne di navbera
tiqe-tiqa ken
û herekîna rûndikan de?
Hêvî di dil de fûriya
Keştiya jiyanê li ber gerdelûla evînê
Kete rê!
Ne êşe û ne soje,
gelek caran,
ronahî hate dizî!
Birometos jî bo evsane!
Erê gulê!
Yasemîn çiqas li zozanan dijî
ewqas bi bihne.
Kayıt Tarihi : 29.3.2004 22:07:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!