Felek pêsîra min berde
Ev çi êrîş ev çi cerde
Wek cihêbûn wek mirênê
Jîyan min re, kul û derde
Êş û jana canê min e
Kele kela dilê min e
Ez reben û ez xizanim
Bêwelatî xema min e
Rojan, mehan bi salane
Felek li te helhelane
Min fîxane min qêrîne
Min xezabe min talane
Herin bêjin delalîya min
Şewat ket li nav canê min
Wele roj min re tarî ye
Bi kes naê hewara min
Ax birîna min venekin
Kezeba min hûrnekin
Birîna min pir kûre
Li qalikê ser ranekin
Mehmet Çobanoğlu
21. 06. 2019
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 22.6.2019 00:34:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2019/06/22/jiyan-min-re-kul-u-derde.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!