Jiyan Me Re Damarî ye

Mehmet Çobanoğlu
2550

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Jiyan Me Re Damarî ye

Em cemîdîn em qerîsîn wext pir sare
Roj buhûrî, roj çu ava dem payîze
Li me sire me seqeme, me barane
Me azare me kedere, me xayîze

Li me şeve, em dimeşin dem qetrane
Ne şewqe ne heyverone, war tarî ye
Dem pir sare, berf dibare, em qefilîn
Em zelûlin, jîyan me re damarî ye

Şev ji me re derd û keser, êş, xela ye
Bi salane şer girane, em sêwîne
Em westîyan, dirb û gelî mij, morane
Ev çi hale? Şev û rojan em rêwîne

Li çîyan de berf, barane me bagere
War dilan de mîhrîvane, bi evîne
Bi rastî ez rênasê vê dilê xwe me
Bêwelatî me gelan re ezeb, şîne

Em dimeşin em rêwî yê rojên xweşin
Tu ku mayî tu jî were min bîr neke
Bi dest destan û mil milan em bimeşin
Ez dawazim hembêza xwen min re veke

Mehmet Çobanoglu
26.12.2020
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 26.12.2020 22:58:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu