dilên me yên şikestî,
bi tîna jivaniya biharekê
her riyan dipên.
lewma êdî çavan,
xewên şevan
li xwe herimandin.
debar li me bû nanoziko,
war bû navnîşaneke nediyar,
kolan bûne spartgeh,
bûne qada jivaniyê bo me...
bi hêviya jivanê;
li welatekî azad,
me berê xwe da çiyan
em bûne agir,
bûne ax,
bûne hewa,
bûne av
û me 'jiyan' ava kir.
em bûne dilop,
niqut bi niqut herikîn;
bi hedareke bêwest,
me nexwar,
venexwar;
têr nenivistîn,
nekenîn,
bi zikekê têr,
bi dehan mane birsî
da ku sibe xweş bibin
li vî welatî...
bi jivana warekî ava,
cîhaneke têr evîn,
welatekî azad,
jiyaneke birûmet;
me bend şikandin
demsal rakirin,
hevseng guhartin,
kozik kolan li şkêran,
çiya kirin bihuşt
û lê bi cih bûn.
bê west,
bê xew,
bi jivana dilên bijûn
me şikeft kolan,
tov lê reşand
û mirovahî tê de çand.
bi jivana wê rojê,
ew roja ku bihar dê vejî
em li ser piyan,
her hişyar in...
dê di wexta xwe de
xwe bigihînin jivanê
ji ber ku,
wê rojê,
li vî welatî dê şên û şeng be;
dê geş bibin hemû kulîlk,
bifûrin hemû rûbar,
bikenin hemû însan...
û
dê roj were hinda me;
tîrêj bide
û geş bike welatê me.
2003-07-16
Ömer DilsözKayıt Tarihi : 6.8.2004 18:19:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!