Jînger Colemêrg: Hayatı, Biyografisi, Es ...

25

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

JÎNGER COLEMÊRG HAYATI

Omer Demir Peyanis, (Jînger Colemêrg)li gundê Peyanisê ku girêdayê
bajêrê Colemêrgê ye, hatîye dinyayê.Navê wî yê kurmacî Jînger Colemêrg e. Dibistana seretayî
û navîn li Colemêrgê qetandî ye. Dû re derbasî zanîngeha
Entabê bû lê ji ber zext û texdarîya faşîstan dest ji zanîngehê berda. Cara duyem li zanîngeha Yüzüncü Yılê
dest bi xwendinê kiriye û li wir jî di çalekîyekê de hatiye
girtin û heşt sal li wî hate birîn. Di hundir de dest bi
xwendina beşa felsefeyê kiriye. Ji ber nêzîkbûna pergalê
ew jî protesto kiriye û dest ji wê beşê jî berdaye. Piştî sê
salan di veguhertina makeqanûnan de hatîye berdan.
Çar salan di xebat û karên çandê de xebitîye. Di
desteserkirana şaredarîyan de ligel gelek hevalên xwe
ew jî ji kar hat derxistin. Cara dawî dest bi zanîngehê
kiriye û beşa Konservatuarê xwandîye. Bes dîsa ji ber
rewşa siyasî û aborî dest ji wê beşê jî berdaye.
Du pirtûkên wî hene:“On Sekizinci Hücre, Helbestên Bi Helwest" . Bandora zordestan ku ol jî
di nav de, civaka kevneperest, insanên hêzperest, iqtîdar
û iqtisadên derdoran li ser wî qet kêm nebûne.
Di kurtejiyana xwe de her dem ligel pergalan, desthilatdaran, dewlemend û dewletan bi hevrik bûye.
Di miraz û hasiliya evînê de êş û elemên giran kişandine.
Di sih û heşt salên emrê xwe de her dem îza û derdkêşiyek
di hundirê xwe de jiya ye.
Bêniştiman û niştecih, her di nav gerekê de ye û ji ber
wê li çu bajêran xwecih nabûye.Niha ji ber rewşa xwe ya siyasî li Avrupa ye.

Eserleri


1)On Sekizinci Hücre
2) Helbestên Bi Helwest