Cihan bû ye zivistan
Rê û biwar rawestan
Berf û baran û bahoz
Hawîr bûye terpetoz
Çûk nikarin derkevin
Teba nema dilivin
Rê winda kir çîqê reş
Di wê roja pir nexweş
Cihan li ber tarî bû
Ew nizanî diçî kû
Bi bez diçî, dil bi kul
Per û terî hemî şil
Ji ber serma Sibatê
Xwe avête ber latê
Pir tarîye, bû dereng
Di şikeftek reş û teng
Çîqê reşê pir bi rû
Xwe avête hindirû
Ket hêlîna kevokê
Xwe berdaye ser çokê
Kevokê kir qire-qir
Pepû, ji ku hatî vir?
Ba, bahoz tên bi gij-gij
Cihan tevde bûye mij
Ez hatime mala te
Xwe daye ber pala te
Ez î wekî te teba
Gerek bêjî: merheba
Van çend rojan Sibate
Tim namênim li ba te
Ezê herim mala xwe
Bighêm cem hevala xwe
Lê kevokê bi xeyd go:
Na heyra, na, de o, to!
Îşev raze, sibê zû
Here bêka diçî kû?
Ez bi tenê jina bî
Hêlîn tenge, nîne cî
Nêr hemî dest dirêjin
Xelkê siba çi bêjin?
Cegerxwîn
CigerxwînKayıt Tarihi : 3.3.2005 19:53:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
