Ax ji axê didin olan
Nalîna min ji xaka te
Guh ji giyan girte dengan
Newayên min ji lêva te
Car bi carê dike caran
Dubare mam bi jîna te
Çav ji çavî dibe dêran
Kavila min ji bala te
Av ji sarî girt qeşayan
Helîna min ji tîna te
Nêzî ji dûr kir fîzaran
Hawara min ji çûna te
Hîv li dinê da fetilan
Zivira min li bejna te
Vîn ji evînê dide çolan
Dîn û har im li warê te
29/08/2015
Xezer/Elezîz
Kayıt Tarihi : 24.5.2017 01:23:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!