Li devre serma çîp û tazî ye
û kuçe bêdeng e li bin berfê
li hundir bi xwe re tenê me ez
carna dengê grî yê pitikan
carnan jî ewtîna kûçikan tê.
.
çûkek min di niqurîne ji hundir
ax dil nepixiye vê nivê şevê
dizanim wê ji dilê min dîsa
helbestek zer bizê.
.
lê ji min re helbest na îşev
ji min re ew divê
ya kenê wê zêrîn
ruyê wê sor û birqandî
weke sêvê
divê were îşev
veqetîne min ji ezê
veqetîne ji tenêtîyê
ji helbestên kufnik girtî
veqetîne min ji vê
sêwîtîya şevê.
1992
Durzan CiranoKayıt Tarihi : 22.8.2010 14:53:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!