Ji Min re Çi Bihara Negatî

Mehmet Çobanoğlu
2544

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ji Min re Çi Bihara Negatî

Ji min re çi bihar, havîn ji min re çi
Her çar demsal, ji min re bû xwîn û xezeb
Ji min re çi xavik, hingiv ji min re çi
Derê xelkê ji min re bû xwîn û xezeb

Ji min re çi havîn, bihar'a nehatî
Xortanî û roja min, zû de qedîya
Hestî yê min de, canê min de goşt nema
Ez westîyam, xema min jî neqedîya

Derbasnebû derd û keder, sal û zeman
Ez çi bikim? Her der tijî ajal, sewal
Min çîle ye, dest û lingê min girêdаn
Cîhan min re bû girtîgeh, kend û newal

Ezim, ew kesê zelûl ew kesê bêkes
Derdê min giran e, destê min nagire
Stûn û merhameta cîhanê tune
Jiyan xopan, neçê min re agire

Qet camêrî û vîjdana mîra tune
Rêberî ya tunneyî yê xizanî ye
Cîhan ket destê neheqan û zordestan
Felek xaîne, bêhayî nezanî ye

Mehmet Çobanoglu
22.05.2021
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 22.5.2021 22:23:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu