Ji Me re Zor Zemane Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2548

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ji Me re Zor Zemane

Lawê min dîsa li me mehşere
Dîsa li me dûxane, me borane
Li dîsa fîxana me ket ezmanan
Dîsa qîrîn-qarîna zarokane

Lawê minî dil paqiş û dil pola
Sekinandin, bêdengî radestî ye
Destek bide stembaran û feqîran
Raperîna bindestan camêrî ye

Mêrxasê min, şêrê min, egidê min
Dîsa ji me Kurdan re zor zemane
Welatparêzîya gelê me Kurdan
Bi gav û gav derdê me re dermane

Lawê min ji me re qîr û qetrane
Neyarê me Kurdan hemû jî hovin
Ser axa me de tim şere û cenge
Mêrkujên me Kurdan bi her dem wehşin

Lawê min serheldane, dijrabûne
Neyarê me bi tankan û topane
Keçi û xortên me Kurdan jêhatîne
Dijî hemû dijminan çek heldane

Lawê min bila azadî bê
Ji bo aramî ji bo şadîya me
Lawo barê qencî yê pir sivke
Bi wek azadîyê hêvî dide me

Mehmet Çobanoglu
25.04.2019
Stanbul

BEYBÛNA BER ZİNARAN

Dilê min jî tim te re ye
Evîna me ji nav de ye
Ka her destê xwe bide min
Herd jî min re xelat maye

Gul gulpikên li ser daran
Lê beybûna ber zinaran
Were keçika bêrîvan
Min şa bike bi her caran

Min ne hêrse ne hewese
Ez te daxawazim ne bese
Wele ez te agahdarim
Dilê min jî ne bêhese

Eşq rabûna vê dilê ye
Şer û cengê evînê ye
Serê te de şera heşîn
Mîna gula ser çiya ye

Paşla min de şiklê te ye
Welat jî diyarê me ye
Tu xemla nav rihê minî
Qesra dilê min bo te ye

Mehmet Çobanoğlu
25.03.2019
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 25.4.2019 13:12:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu