Ji Me re Koçberî ye Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ji Me re Koçberî ye

Rêyên koçberiyê ji me re xuya bû! Çeka herî mezin, ji me re hêvî ye
Me bi her tiştê xwen, yek bi yek winda kir
Bila hêvî ji me re mîrat bimîne
Bila hêvî ji me re bibe şahî
Koçberî
Ji me re bû koçberî
Ev koçberîya gelê me ye
Koçberiyeke zor e
Di nav birînên me
Û
Di nav dilê me de
Li ser axa me, li nav war ê me cî girtî ye. Zalim ji vir dernakeve

Çiya, rê bidin cîwanên me, yên ji sirgûnêne û yên şervanin
Me
Me li ser çiyayan, agirê azadiya gurr kir
Ji azadî yê re rêyek heye
Ew jî
Şiyar bûne
Şiyar bûna bindestan e
Dilo
Pirsgirêk bê derman nabe
Dilê sebir be
Di vê fermana zaliman de
Tu jî berxwe bide
Bi rastî
Berxwedan jiyane
Koçberî
Bi êşeke pir giran e
Salane
Ji me re maye
Û
Bi kedereke pir mezin e
Di nav dilê me de
Mîna ku erd û ezmana, di bager û dûmanê de maye

Ewrekî nûciwan tevahiya rojên me xera dike, wêran dike
Her dera dilê me, bi dûmana reş pêça ye
Erd û asîman
Her şev jî ji me re
Mirin e
Serê siban
Her berbang
Ji me pir dûr e
Bêjin
Ji wan çiyayên bilind re bêjin
Ji ser axa welatê xwe de
Sirgûn kirin
Gel
Bila dest nedin wan zarok û jinên Kurdan
Ji êşekê berbi êşek din, dem ji me re tijî kul û tijî xem e

Ne ewr ne şev winda bûn, ne jî xeber ji hevalan hat
Ji şikandinê
Destên me pêçayî
Stûyê me pêçayî
Serê me pêçayî ye
Birîna me jî pir kûr e
Ev birîna hesretê ye
Û
Hesreta azadiyê ye
Em şîn nagirin
Û
Şîn li me nayê
Hêviyên me hê neqediyaye
Agirê azadiyê wê dibiriqe, tava zaliman ê vemire
Azadî deyndarê me gala ye, şoreş û roj li benda me ye

Em bûn koçber, em koçber in, em evîndarên azadiyê ne
Me devê xwe da ber kaniya êşê
Di tengasiyê de
Ew êşa ku em dikişînin
Ji me re jehr e
Û
Xemgîniya me bû hêsir
Di dilê me de
Di zengila xwînê re derbas dibe
Germ dibe
Dibe
Peyvên evînê
Û
Li dijî zilmê
Me kincên agir li xwe kir
Me barê xwe
Bi hêsirên ronahiyê tij kir
Peyvên azadî yê ji qirika me de diherikin, ev serî hildan e, ji li me

Em dixwazin em bi hev re, herdem bextewar bin
Em şiyar bûn
Emê hemû êşên jiyanê derbas bikin
Werin, em bi hev re rabin
Felek re şer bikin
Werin, em nîzama qederê
Warê bêbextan
Hilweşînin
Zilm tu carî me li şahî yê de nehişt
Ku me re
Êş ne tiştek e, ne jî şerme
Şerm herî mezin ewe
Hemberê zordestan
Ku meriv bêdeng bimîne
Lêbelê
Koçberi pir zore
Pir şerm e, ku meriv wateya azadiyê û meriv wateya evînê nizanibe

Mehme Çobanoglu
28.09.2023
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 28.9.2023 14:50:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!