Ez pela payîzê me
Ji bê halî zerbûme
Ji ber êşên evîne
Wekî mecnun dînbûme
Li tenyayê tenê me
Girtîyê evînê me
Tarîya şevînê me
Ji ber derdan dînbûme
Hêlîna xemgînî me
Hinavên bi xwînî me
Ez axa bê şînî me
Ji avê ez dûr bûme
Bi laş westiyayî me
Bi hiş westiyayî me
Bi dil westiyayî me
Ji jiyanê sar bûme
Hêstiran di dirijînim
Serxweşê can hejînim
Bê xweşî'yû bê jînim
Ji jiyanê sar bûme
Kayıt Tarihi : 9.11.2024 12:25:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!