Ji feleka xwedê çiye Şiiri - Jan Zagros

Jan Zagros
24

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Ji feleka xwedê çiye

Hel hatiye roj
Lê dilê me germ nebûye
Baran bariye bê minnet
Erdan av xwariye bi têra xwe
şîn bûne deşt u Zozan
Şin bûne kulilk û reyhan
Bi bahê ra govend girtine porê daran
Hez kirine u hêlîn ava kirine çivîkan
Dest bi biratiyê kirine
Kevok û pisîngan
Helhatiye roj
lê dilê me germ nebûye
Sibehên şêrîn lê honik hatine
Deşt u Zozan xemilîne
Li hewşan zarokên jîr civiyane
Zarokên nerhet hinek sêv dizîne
Bihev ketine kirine henek
Leyîstine bi têra dil
Hel hatiye roj
Dilê me germ nebûye
Ji feleka xwedê çiye
Ji qenciyan xerabî zaye
Tofana herê mezin
Qencî bûye belaya serê me
Em li çerqa mirovan ketine
Carekî em ranebûne
O nema em radibin
Ji feleka xwedê çiye
Hel hatiye roj
Dilê me germ nebûye
Bariyê baran êvaran
Bi têra xwe av xwariye erdên beroj
Ziwa maye çavên me
Me jî ewqas xem xwariye
Li ser dilê me hêvî şîn nebûye
Em li çerqa nemêran ketine
Ji feleka xwedê çiye...

Jan Zagros
Kayıt Tarihi : 26.3.2024 00:04:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!