Ji Derdan re Derman î

Mehmet Çobanoğlu
2590

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ji Derdan re Derman î

Tirs û xof min ketî ye
Ez newêrim bo te bêm
Gelo bavê te mal e?
Ditirsim nikarim bêm

Ez benda te me keçê
Tu min agahdar bike
Îtibara xwe min bîne
Min qurbana xwe bike

Bavê xwe mal bişîne
Wisa were li cem min
Ji derdan re derman î
Wan destê xwe bide min

Ma tu min dibihîsî?
Rewşa min tu ne rewşe
Tu melhem û hêvî yî
Mîna pelan neweşe

Bavê te pir hesûd e
Bi dizî were rindê
Bejn û bala balkêşî
Tu dilşadî lê rindê

Mehmet Çobanlglu
24.04.2025
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 24.4.2025 18:48:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!