Jı bo yarê Şiiri - Abdurrahman Atabey

Abdurrahman Atabey
34

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Jı bo yarê

Jİ BO YARÊ

Min xwe di ronahiya rojê de veşart
Dêmê sor de parzinîme dilê te
Min xwe di nava kulîlkan de veşart
Di nêrînê de meşiyame çavê te

Min destê xwe dirêj kir ber bayî
Tava biskê te dilê min girê da
Min ramûsanek dana li ser xeyalên te
Di xeyalan de dilopek sitêrkên çavan

Qeraxa behran de, ez li te gerîyam,
Ji bo nîşanek lêva te.
Tenê bayê bakur, rêka yarê bo min got
Min ji gotê, kulmek avê weşîne li ser sîngê min
Kulma vê de dilekî, bikul û kowan

Min bexş kirî bû, ji bo êxsîrîya çavên reş
Bager û bahoza ruh û rewana min.
Ev rêka ku tu di meşyayî ji bîr nakim
Barana ewînê, her dem lê dibarî.
Dilê min jî lixav û zincîran azad di bu
Gotinek wî hebû ji bo mecnûnê dîwane

Çaxê ku tu digirî, kulîlkên çiya dikevine şînê
Ewrên baranê dûr dikevin nazivirîne li welatê te
Agirê teyrê sîmir temirî
Bûk ji taca xwe xeyîdî
Çaxê seherê dilê te rawestiye duayê
Nexşa hesretê ketîye nêrîna te
Bîranîna te navê evînê ye
Qasidiya kevokan gazî dike

Abdurrahman Atabey
11.02.2012
Diyarbakır

Abdurrahman Atabey
Kayıt Tarihi : 21.12.2015 15:11:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Abdurrahman Atabey