Ji Bo Çı Şiiri - Harun Akkul

Harun Akkul
46

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Ji Bo Çı

JI BO ÇI
Mirov ji bo çi pev diçin?
Mirov ji bo çi şer dikın?
Mirov ji bo çi birîndar dibin? Mirov ji bo çi kûd dimînin?
Mirov ji bo çi hevdû dikujin?
Mirov ji bo çi xwe dikujin?
Mirov ji bo çi ji hev dixeyîdin?
Mirov ji bo çi ji hev hez nakin?
Zarok ji bo çi sêwî dimînin?
Zarok ji bo çi digirîn?
Zarok ji bo çi kar dikin?
Zarok ji bo çi li kuçeyan dimînin?
Zarok ji bo çi lêdanê dixwin?
Zarok ji bo çi nikarin bixwînin?
Dayik ji bo çi digirîn?
Dayik ji bo çi dikin qêrîn?
Dayik ji bo çi porê xwe kur dikin?
Dayik ji bo çi rûye xwe tînin xwarê?
Dayik ji bo çi li çokê xwe dixin?
Dayik ji bo çi hem dayikin û hem bav in?
Mêr ji bo çi serdets in?
Mêr ji bo çi şerûd û şerxwaz in?
Mêr ji bo çi qure ne?
Jin ji bo çi dihecînin?
Jin ji bo çi lêdane dixwin? Jin ji bo çi namûs e? Mêr ji bo çi li jinan didin?
53
Evin û hez kirin Ji bo çi ji jin û keçikan re qedexe ye? Evin û hezkirin Ji bo çi ji mêran re serbilindî ye?
Lawik ji bo çi ji keçikan azadtir in?
Keçik ji bo çi ji lawikan jêhatîtir in?
Jin ji bo çi xwe dikûjin? Ewqas kûştin ji bo çi?

Harun Akkul
Kayıt Tarihi : 4.3.2023 23:54:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Harun Akkul