JANDA
Janda! ...
Dengê şevê bi ser min de tê;
Xew diçe ji welatê min.
Li ber pencerê tava heyvê,
Hêdî hêdî xwe davêje oda min.
Û hingê;
Hingê ji nav birka bîrhatinan,
Tu dikevî ser pêlan,
Û diherikî li nava hestên min.
Janda! ...
Bê te me vê şeva lal;
Li ser zimanê min du peyivên tal,
Ji çavên min du fêrmiskên zelal,
Û dileke westiyayî pîr û kal;
Te dipê, te dipê Janda! ...
Janda! ...
Li ber guhê min pêjna te;
Ji nediyariyekê vedigeze.
Awirê te zindî dibe,
Dinya min pê diheje.
Janda! ...
Tu dibihîzî! ...
Min gelek bêriya te kiriye.
Bêriya çavên te,
Dengê te,
Pêjna te,
Bejna te,
Xemla te,
Ravêja te,
Û te; te Janda! ...
Janda! ...
Biharê bîhnên xwe ji te dizî ne;
Sosin,
Alal,
Beybûn,
Binevş,
Nêrgiz; tev ji te afirî ne.
Avzen ji zelaliya çavên te hiltavêjin
Kaniya jiyanê yî tu! ...
Kaniya jiyana min! ...
Janda! ...
Jehrkuşa koremarên sedsalê yî,
Jankuja dilê min ê kovandar î,
Dilopek ji derya evînê yî,
Bijûn û paqij...
Zelal û şirîn! ...
Janda! ...
Şev e; şev diqulipe hêdî hêdî.
Hingorê tarîsanê dadikeve êdî
Xew dikeve riçêkên mirovên vî şarî;
Lê ez,
Ez çavrêyî te,
Li ber pencerê,
Di nava efsûna heyvtavê de;
Riya te dipêm! ...
Riya te Janda! ...
Janda! ...
Sal çûn;
Demsalan rengê xwe avêtin,
Biharan xwe gihand payizan,
Salmane hatin guhartin;
Dinya guherî,
Xwerist guherî,
Heyam guherî...
Şer çû,
Dijwarî bidawî bû
Li şûna bêhna barûtê,
Gul û kulîlk bişkovîn...
Dijmin bûn dost,
Hewa şikest,
Tahlî ma bêpişt...
Maran koç kir.
Dûpişkan bi jehra xwe ve xwe kuşt.
Bes, tu.
Tu nediyar î hêj jî, tu Janda! ...
Janda! ...
Berfa spî lêkir,
Çiya vehûnandin;
Newal rast kirin,
Aşût û renî hatin.
Tavê lêda;
Germ bû,
Berf heliya.
Çiya û berdol şîn bûn;
Canemergan cih guhast,
Panav têrxwer bûn;
Pez lê çêrî,
Dewar lê beziyan,
Golik lê boriyan...
Janda! ...
Qedexe çiriyan;
Dîsa bêrîvanan berê xwe da zozanan,
Li wir kon vegirtin.
Carek din newalan dengveda,
Ji dengê bilûra zîz ya şivanan.
Meşk helawîstin,
Mast kiya;
Nîvişk li ser ket,
Kire penîr û lorik;
Dagirtin tijî pîst û telîskan.
Bes...
Bes tu venegerî,
Venegerî ji wexerê! ...
Janda! ...
Carek din heyvtava kewçerê dibiriqe,
Leylan dide li ser pêlên çemên welatê me;
Ferat û Dîcle, Xabûr û Zê...
Carek din di kamla xwe de ne ew,
Bêdeng,
Bêpejn,
Bê hebûna te diherikin.
Diherikin digel mezinbûna hesreta dilê min;
Diherikin ber bi deryayekê ve,
Ber bi zeryayekê ve...
Janda! ...
Rê û dirb dûr in;
Bi kend û bend in,
Asê ne;
Û pêlên wan dialîsin tahtikan,
Bi sebreke Eyûbî,
Dimêjin dilê wan ê hişkeber.
Ji bo ku lê vebibe rê,
Lê biherike verêj,
Lê geş bibin gul û kulîlkên rengîn.
Janda! ...
Heyvtava rengiz;
Li ber pencerê,
Di giraniya xeweke reviyayî de;
Dipêçe hişê min,
Vedigire dilê min,
Dikole sîngê min;
Pêl bi pêl diweşe ser min! ...
Janda! ...
Bi navê Xwedê! ...
Bi sûnda mezin;
Bi serê te yê nazdar,
Bi wan herdu çavên qendîl,
Bi wî dilê tijî evîn! ...
Sûnd bi navê xudanê mirazan! ...
Min gelek bêriya te kiriye!
Min gelek hesreta te kişandiye!
Çavên te yên belek;
Bejna narîn,
Kena şirîn,
Rawesta melûl,
Meşa mexrûr,
Bêhna porê te yê bêhn-çiyayî;
Ango tu...
Tu Janda! ...
De were êdî, bes e! ...
Bes helişkivîne vî dilî,
Bes kûr bike birînên min! ...
Kengî be ne dereng e;
Tenê tu were! ...
Janda! ...
Heyv,
Tîrêj,
Hewa,
Payîz,
Û tu! ...
Bêdengî,
Tenêtî,
Xerîbî,
Hesret,
Û tu Janda! ...
Janda! ...
Evîna min ya şermoke,
Kula min ya delodîn! ...
Ew gotina biefsûn;
Ya bêtirîn min dixwest ji te re vegota,
Aniha, va ye diqêrînim
Û direşînim ser bêdengiya şevê:
'Ma tênegihîjî hêj? '
'Min tu divêyî Janda! '
(2002-09-15)
Omer DILSOZ
Kayıt Tarihi : 10.4.2003 19:41:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Ömer Dilsoz](https://www.antoloji.com/i/siir/2003/04/10/janda.jpg)
TÜM YORUMLAR (1)