Janda! ...
Dengê şevê bi ser min de tê;
Xew diçe ji welatê min.
Li ber pencereyê tava heyvê,
Hêdî hêdî xwe davêje oda min.
Û hingê;
Hingê ji nav birka bîrhatinan,
Tu dikevî ser pêlan,
Û diherikî li nava hestên min.
Janda! ...
Bê te me vê şeva lal;
Li ser zimanê min du peyvên tal,
Ji çavên min du fêrmiskên zelal,
Û dilekî westiyayî pîr û kal;
Te dipê, te dipê Janda! ...
Janda! ...
Li ber guhê min pêjna te;
Ji nediyariyekê vedigeze.
Awirên te zindî dibin,
Dinya min pê diheje.
Janda! ...
Tu dibihîzî! ...
Min gelek bêriya te kiriye.
Bêriya çavên te,
Dengê te,
Pêjna te,
Bejna te,
Xemla te,
Ravêja te,
Û te; te Janda! ...
Janda! ...
Biharê bêhnên xwe ji te dizî ne;
Sosin,
Alal,
Beybûn,
Binevş,
Nêrgiz; tev ji te afirî ne.
Avzen ji zelaliya çavên te hiltavêjin
Kaniya jiyanê yî tu! ...
Kaniya jiyana min! ...
Janda! ...
Jehrkuşa koremarên sedsalê yî,
Jankuja dilê min ê kovandar î,
Dilopek ji derya evînê yî,
Bijûn û paqij...
Zelal û şirîn! ...
Janda! ...
Şev e; şev diqulipe hêdî hêdî.
Hingorê tarîsanê dadikeve êdî
Xew dikeve rehên mirovên vî şarî;
Lê ez,
Ez çavrêyî te,
Li ber pencereyê,
Di nava efsûna heyvtavê de;
Riya te dipêm! ...
Riya te Janda! ...
Janda! ...
Sal çûn;
Demsalan rengê xwe avêtin,
Biharan xwe gihand payizan,
Salmane hatin guhartin;
Dinya guherî,
Xwerist guherî,
Heyam guherî...
Şer çû,
Dijwarî bidawî bû
Li şûna bêhna barûtê,
Gul û kulîlk bişkiftin...
Dijmin bûn dost,
Hewa şikest,
Tahlî ma bêpişt...
Maran koç kir.
Dûpişkan bi jehra xwe ve xwe kuşt.
Bes, tu...
Tu nediyar î hê jî,
Tu Janda! ...
Janda! ...
Berfa spî lêkir,
Çiya vehûnandin;
Newal rast kirin,
Aşût û renî hatin.
Tavê lêda;
Germ bû,
Berf heliya.
Çiya û berdol şîn bûn;
Canemergan cih guhast,
Panav têrxwer bûn;
Pez lê çêrî,
Dewar lê beziyan,
Golik lê boriyan...
Janda! ...
Qedexe çiriyan...
Dîsa bêrîvanan berê xwe da zozanan,
Li wir kon vegirtin.
Careke din newalan deng veda,
Ji dengê bilûra zîz a şivanan.
Meşk helawîstin,
Mast kiya;
Nîvişk bi ser ket,
Kire penîr û lorik;
Dagirtin tijî pîsk û telîskan.
Bes...
Bes tu venegeriya,
Venegeriya ji wexerê! ...
Janda! ...
Careke din heyvtava kewçerê dibiriqe,
Leylan dide ser pêlên çemên welatê me;
Ferat û Dîcle, Xabûr û Zê...
Careke din di kamla xwe de ne ew,
Bêdeng,
Bêpêjn,
Bê hebûna te diherikin.
Diherikin ligel mezinbûna hesreta dilê min;
Diherikin ber bi deryayekê ve,
Ber bi zeryayekê ve...
Janda! ...
Rê û dirb dûr in;
Bi kend û bend in,
Asê ne;
Û pêlên wan rûbaran dialîsin tahtikan,
Bi sebreke Eyûbî,
Dimêjin dilê wan ê hişkeber.
Ji bo ku lê vebibe rê,
Lê biherike verêj,
Û geş bibin gul û kulîlkên rengîn.
Janda! ...
Heyvtava rengiz;
Li ber pencereyê,
Di giraniya xeweke reviyayî de;
Dipêçe hişê min,
Vedigire dilê min,
Dikole sînga min;
Û pêl bi pêl diweşe ser min! ...
Janda! ...
Bi navê Xwedê! ...
Bi sûnda mezin;
Bi serê te yê nazdar,
Bi wan herdu çavên qendîl,
Bi wî dilê tijî evîn! ...
Sûnd bi navê xudanê mirazan! ...
Min gelek bêriya te kiriye!
Min gelek hesreta te kişandiye!
Hesreta wan herdu çavên te yên belek;
Bejna narîn,
Bişirîna şirîn,
Rawesta melûl,
Meşa mexrûr,
Bêhna porê te yê bêhn-çiyayî;
Ango te..
Te Janda! ...
De were êdî, bes e! ...
Bes helişkivîne vî dilî,
Bes kûr bike birînên min! ...
Kengî be ne dereng e;
Tenê hema tu were! ...
Janda! ...
Heyv,
Tîrêj,
Hewa,
Payîz,
Û tu! ...
Bêdengî,
Tenêtî,
Xerîbî,
Hesret,
Û tu Janda! ...
Tu Janda! ...
Evîna min ya şermoke,
Kula min a delodîn! ...
Ew gotina biefsûn;
Ewa ji her tiştî bêtir min dixwest ji te re vegota,
Aniha, va ye diqêrînim
Û direşînim ser bêdengiya şevê:
'Ma tênegihîştî hêj? '
'Min tu divêyî Janda! '
2002-09-15
Ömer DemirKayıt Tarihi : 24.7.2004 14:15:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Van rêzikan jî ji bona 'Baışcan95' kekê hêja helbest kurdî ye tu bi tirkî şirove û pesnê didiye,ev nakokî ye.Bi silavên herî germ
TÜM YORUMLAR (2)