Jana Kûr Şiiri - Jiyan Yeşilkaya 2

Jiyan Yeşilkaya 2
1

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Jana Kûr

hinek dem hene; mîna ku malên me nijd bûye, destê sibehê û li ber serê me qijik.
hinek dem hene wisa bi tenêtiya tarî.
çi berjewendiya mirov heye ji çend gav erdê? çiqas giringe ku çend mal û çend siwareyên me hebin?
ji çend kemîn û xefika sax derkevin jî; wê li ber serê me yek kêl hebe ecamê de.

dibêjin mirov diguhere ew tiştê ku nirx didê.
ez guherîm gelek caran.
lêbelê mirov bi qasî rehenda dilê xwe digirî an dil bi qasî kulmek hêsir dihêşe?
min tenê fêm kir ku bi serê namlûyek tenê mirovek namire..

dibêjin gerdûn gelek mezine; stêrk, gerrestêr, bi hezaran gêtî...
lê nizanim giyana te li ku ye?

Jiyan Yeşilkaya 2
Kayıt Tarihi : 3.5.2024 01:48:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
ÖNCEKİ ŞİİR
SONRAKİ ŞİİR
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!