Dilêm dixwaze ku îşev ji te re
Nameyekê binivîse
Dilêm dixwaze ku îşev
Xwe bike dilperestê dilê te
Heta niha çiqas kul û birîn para te ketibin
Hemûyan bide min îşev
Bila îşev barê te xweşikbûna te tenê be
Îşev
Di bin heyva çardeh şevî de rûne
Porê xwe şeh bike û bi dilê xwe bihûne
Dilêm dixwaze ku îşev
Bigre destên te û te bibe baxçê gulan
Dixwaze ku bi beybûnan ji te re hêlînekî ava bike
Dixwaze ku tu bibî gulîsorekî por hinekirî
Ji vî dilî re
Em bi êşa bêwelatbûnê hezar şevan naliyan
Dilêm dixwaze ku îşev
Em bi gulava xwe bixemilînin
Û ew deriyên bihuştî ji hev re vekin
Bi dil û can dêhna xwe bidin dilê hev
Çiqas stranên xweş hebin em ji hev re bêjin îşev
Û bibin dengê hev
Dilêm dixwaze ku îşev
Di helbestekê de em li cem hev bimînîn
Dixwaze ku êş û azarên hev bipêçin
Dixwaze ku şewatên dilên hev bitemirînin
Yek bi yek
Dilêm dixwaze ku îşev
Ez bibim yê te û tu bibî ya min
..
Malîk Enes GUMUŞLU - MEYLA SOSINÊ
Malik Enes GümüşlüKayıt Tarihi : 20.4.2018 17:08:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Malik Enes Gümüşlü](https://www.antoloji.com/i/siir/2018/04/20/isev-2.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!