Îro şeşê Adar’ê ye ji rojan
Wîtîna çuk’a mêrga re avis ma demsal
Xwe berda ser singa basîya berfa newala
Herikî xunav,xunav liser enîyê
Emrê evînamin sedsale
Sabikeya min heye alîyê evînê ve
Evînê min mehkum kirîye cezayê min birîye
Ez bume parsek’ê ber derî
Min evîn civand bi bergerandinê
Bi şerma keşejinekî
Xwêya kefa destên mind ma
Dilop kir liser brîna dilê min
Fetwa fêkîyên qedexe bidin
Li nav kolanên beredayîde were firotan
Şewq vedin bin dara bexçeyên Babîl’ê
Û fermana kuştina cangorî ya
Wekim çavên xwe li bihuşta Alamut’ê
Sê kulîlkê li qerexê Gola Wan’ê
Stuxwar bun ji ber mezinahîya Sîpan
Ez Sîyabend’im ka Xecê?
Herikî ji nav dilê min strana Evdal
Berhevkir kalemesta ser bêndera
Dagirt xurca xwe ji hezkirinên Zeynê
Şahid bin berfîn
Şahid bin kevok
Îro şeşê Adar’ê ye ji rojan
06.03.2014
Ahmet BaygümüşKayıt Tarihi : 7.3.2014 09:24:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!