1
Meş meş di warê qudretê
Fikrî’ m pê hêza heyretê
Camek ji cama şerbetê;
Da me pê dîwanê Mela!
2
Dîwana heftrenge mela
Cizîra navdenge mela
‘Aşiqê xweşdenge mela
Îro li cîhanê Mela!
3
Ev roke alî ser cîhan
Ew bûke, bûkî gewrekan
Berbûke Xanî ber dîwan
Serdarê kurdanî Mela!
4
Şîn kir Xanî riha melê
Feqî li ber goftî belê
Sîyahpûş’ im lê erê lê
Îro kurd suxte ne Mela!
5
Bû digûfte, me armanca
Munewer bû me satranca
Qurana gelê kurmanca
Pîroza dîwana Mela!
6
Sal bi sal in, ser hezar in
Dubeytî ew ber kemal in
Bate û Ûryan delal in
Pê afirî ew ro Mela!
7
Perwerde, zanîn Cizîrê
Anibûn Şi’rên Herîrê
Kî dixwest şêra delîlê
Danîne meydanê Mela!
8
Çi bi’kem Se’dê Şêrazê
Hem Mû’erî, Fexrê Razê
Dixwazim deng û awazê
Helbest û dîwana Mela!
9
Senemgahî dilê kurdan
Qiblegahî berê xortan
Pîrozgehî Cizra-Botan
Qur’an e Dîwan a Melê!
10
Dengekî hêsa dibêjim
Methê melê xweş dirêjim
Îroke rastî nebêjim
Her, roja gerdûn e Mela!
11
Hûn guh bidin hêkayetê
Pir zalim çûn delaletê
Vejîn bikin heqîqetê
Tinê minakeke Mela!
Mehmetsalih Özalp
Kayıt Tarihi : 26.7.2013 20:59:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!