Hawar, hawar li min hawar
Daê hawar
Xwîşkê hawar
Dilo hawar, hawar
Kama çavê min hê jî zîwa nebû
Heta roja heşirê ez bîrnakim
Axa me û welatê me
Derd, kul û kesara te
Îro li min hezaze
Ax bin min de dikişe
Of li min
Îro min bagere û tofan e
Dîsa li min ezabe
Çokê min qey hilkane li bin min de diheje
Her çavê min birijin
Welat bi zordestîyê de ye
Birîndare ber gefane û tadê de ye
Dîsa halê min tu ne hal e
Neyarê me gurê hare
Zimanê min zare zar e
Dilê min kûr dinale
Hêstirên çavê min de xwîn diniqute
Heylo li min heylo
Ketim nav gulan û topan e
Bêguman û bêşik
Bi xwîna me ve axa me strandin
Dilê me qelandin
Wele ewin
Yek dewleta Ereb’a yek ya Ecem’a
Yek jî ya Tirk’a ne
Çav berdane welatê me êrîşkarin
Ev çi hale çi rewşe?
Li me qirkirine
Dikin pêtala me
Roja me
Ronahî ya me
Welatê me
Netewe me windakin û tunekin
Dem heşîyarbûna me ye
Têkoşîna me ye,
Em naxwazin nijdevanan
Dagirkeran,
Berxwedan û serîhildan bo me ferze
Em nadin Kurdîstan’a me
Mehmet Çobanoglu
04.02.2012
Stenbol
Kayıt Tarihi : 4.2.2012 21:31:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
TÜM YORUMLAR (1)