Îro ez mêvanê teme Şiiri - Ekrem Ebis

Ekrem Ebis
53

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Îro ez mêvanê teme

Ez guneme ez guneme
îro ez mêvanê teme
Welew çiqas gunehkarbim
Ez hewceyî rihma teme

Omre dine pencî sest sal
Tû nabînî dibe sersal
Win binêrin li qebristana
Îbret bigrin hogir û heval

Tû baqîyî, em jî fanî
Ka evîna dilem kanî
Em hezar sal li dine bin
Eme radestkin vî canî

Ziman dirêj, emel hindik
Xweda te çekirye rindik
Li hamberê va qencîya
Tû xwe başke,nebe zindik


Li pêşberîte gunehkarim
Bê çareme û dil sarim
Xweda ti min bi bexşîne
Îro bê dost û bê yarim

Wa li pêşya min terazî
Ji te dikim hevî û gazî
Ez biçûkim,tû mezinî
Efû bike,bibe razî

Ocak 2001

Ekrem EBİS

Ekrem Ebis
Kayıt Tarihi : 7.5.2015 10:18:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ekrem Ebis