Sala şést û şeşan de, hov rabûne ser pîya,
Ji ezman bombe barîn, wehşî kişyan wek zîya,
Heybet Sultan girtibûn,beré xwe dan Spîlek,
Armanca wan Barzan bû, wan qeşmerén reşbelek.
Ax esmeré ax esmeré,
Benj zirav sifet qemeré,
Te’l mi da tîra xençeré,
Ax esmeré ax esmeré,
Esmera min benj zirav e,
Kuçké pîr heyşté û sé salî,
Rû qerçimyé çevbijiqî,
Sûret bi awayé însan,
Sîret ve dupişk û req î.
Selam li gelé Tunis, ji wir hetanî Misir,
Serhildana wan minak, bi dar tevşo û bivir.
Diktatorén dehsalan, li dor kom tillîalés,
Ev esra péşketin e, wan bi cendek roj dirés.
Welaté min kurdistan, tev bax û baxçe bostan,
Havîna wî bi nexşe, berf li çoké zivistan,
Golek beramber behra, navber Şengal û Westan,
Ez heyrana wî erdî, jé re dibén Kurdistan,
Ew çîyayé ser bilind, meydan xwest ji Eweres
Em kurdin, serbilind li himber wehşa
Emana me bir romî û ceşa,
Ala azadi xûya kir engûşt,
Dîroka qiréc li ber berşo şûşt.
Em kurdin, mafxwazin awayé şervan
Parvekirna bi sisé û yekî,
Min géş’d hesibîn bixwe jî zekî,
Bi zeka te re heye belekî,
Ji parvekirna we ez ne razî me.
We got em birayé dîn û dewlet,
Gelekî hebû jéhatî û mér,
Axa wan zengîn tevî zîv û zér.
Li ser vé axé bi hev nekirin,
Bi hevdû ketin qismek jé mirin.
Dostén nezan birén bé hiş,
Neyar her tim dide me kiş,
Çima péş der nakîn paxiş,
Hey wax li min, heywax kurdno.
Êlén mayîn serî hildan,
Ez kurdekî kurmancî me,
Birîndarim di nav cî me,
Serém déşé bi sancî me,
Ka ezé’j ké re çi béjim.
Xulamtî nexweşîk pîs e,
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!