Hrant Dink Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2555

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Hrant Dink

Hrant bira û xortê Filan
Ez qurbana wan birînan
Rengê gula germa dilan
Şara keçan xêliya bûkan

Hrant bira tu dilê gelan
Kûçik şandin wan faşîstan
Êş bikeve li canê wan
Gotin jiyan nedin Filan

Hrant bira lo Firat bira
Qedir qîmetê ba gelan
Ez qurbana du kurçikan
Navda tijî baxçên gulan

Hrant bira tu şêrê gelan
Li germa bo hemû dilan
Ew xwestinin te pir şirîn
Bo hemû biratiyan gelan

Hrant bira tu Firat bira
Gul kulpik ê hemû dila
Ez qurbana wan bîrîna
Mina stêrkên nav şeva

Hrant bira tu şêrê bira
Nivîskarê Filan Kurdan
Ez heyrana çavên çiran
Mîna roja li me gelan

Hrant bira û xortê Filan
Rewşenbîrê hemû gelan
Ez qurbana xort û şêran
Gotin Hirant birê gelan

Hrant bira tu Firat bira
Îro germe roj hat vira
Jahr birije her sê gullan
Gel kombûn hatin vira

Hrant bira tu şêrê bira
Gel meşîya mîna mêran
Sed hezare hijmara me
Her bijî biratiya gelan

Hrant bira û heval bira
Rewşenbîrê hemû Filan
Gelê cîhan ser te girya
Tu şehidê Kurdan Filan

25.01.2007
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 12.12.2007 02:01:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


Agos û Azadiya Welat te hat wşandin (yayınlandı)

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu