Hatîye ser serê me
îro hîva li çarda
Te Medîne mûşerref kir
Tûyî dermanê derda
Selellahû ela Mûhammed
Selellahû aleyhî wessellem
Xweda te ji mere şand
Tû ji mere bûyî heval
Mal û canê me feda be
Ji bû doza teyî delal
Li mebxin zincîr û qeyda
Ji vê rê em nabin cuda
Em gelek hez ji te dikin
Xweda şahide xweda
Selellahû ela Mûhammed
Selellahû aleyhî wessellem
Tû taca ser serê meyî
Me dev ji dinê berda
Her tişt ji tere selam dike
Tevî ezman û erda
Selellahû ela Mûhammed
Selellahû aleyhî wessellem
Ekrem EBİS-Bileyderî
Ekrem EbisKayıt Tarihi : 7.5.2015 10:57:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!