Hingê Şiiri - Ömer Dilsöz

Ömer Dilsöz
57

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Hingê

Wekî zarokê ji şîr vekirî,
na na,
wekî berxikê dev bizmêk-kirî
dilê min...
te dilê min êxist nav agirî
.......

Hingê
.......

ji çirûska çavên te
min bihareke kemilî dît

tê de şikestibûn hêviyên te
li xwe digeriyayî

.......

ji kenê ser lêva te
min xemgîniyeke veşarî dît

tê de digiriya evîna te
ji xwe ditirsiyayî

......

hingê
.......

wekî berika ji lûliyê veresiyayî
na na,
wekî kulîlka li çolê bêav mayî
evîna min...
evîna min wisa çilmisiyayî.

Ömer Dilsöz
Kayıt Tarihi : 6.8.2004 18:16:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ömer Dilsöz