Him Dilî Him Dilşahî Qemera Min

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Him Dilî Him Dilşahî Qemera Min

Lê esmerê, te dixwazim were ba min
Bax û baxçe, gul û sosina dilê min
Lê qemerê lê bedewê xûy şêrînê
Dil û can ez bendê te me, were ba min

Tu him dilî, him dilşahî kulîlka min
Nûra heyva nav şevan şewqa dilê min
Ew birh û bijangên te jî wek tîra ye
Evîna min bextê te me, were ba min

Qemera min were, destê xwe bide min
Bi rojane, hêviya te me canê min
Bête jiyan ji min re, her dem keser e
Tu çima ji min dûrketî? Were ba min

Kezeba min bextê te me, were ba min
Were bibe dermanê nexweşîya min
Xezela min, sebra dilê min jî nema
Hê wextê min derbas nebû, rû bide min

Tu çelengî tu narînî serdilka min
Kerema xwe nesekine, were ba min
Çav reşa min, delala min keça Kurdan
Bêguman, min bêrîya te kir, were ba min

16.01.2017
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 16.1.2017 23:54:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu