Serma... sarî... sarbûn... Gelek zehmet e ku mirov li bin hetavê bicemide û di çilê havînê de bi taya sermayê bikeve. Aha çûyîna te jî wisa bû! ... Tezingeke sar bi ser giyanê min de bire xwarê. Xwêdan da hemû laşê min; xwêdaneke sar. Û xwîs bûm ez li cihê xwe. Gotinek bi tenê jî ji zimanê min danehisî. Ez cemidîm û tirseke mezin xwe berî nav ruhê min da... Êdî demildest min her tişt xalî dît... her tişt vala hate pêş çavên min: Xweza; çiya, daristan, rûbar, asiman; stêrk, heyv, roj û mirov... Hemû heyîn, hemû tişt li pêş çavên min qulipîn ser dîmeneke şêlû. Hingê hilmeke sar giyanê min vegirt û min xwe di nava heft milyar însanî de bi tenê rabihîst... Hingê bi pistepisteke nizm çend rêzik ji ser zimanê min daketin xwarê;
Rabe dilo,
dereng e
roj çû
bext nemaye
Min bi çûyîna te re dest bi gazinan kir. Hemû gazinên min ji bo dilê min bûn. Min dilê xwe da ber tîrên gazinan û ew hincirand.
rabe dilo,
dereng e
şev çû
text nemaye
Min dilê xwe kire bêjîngeke qulqulî û raxist nav bêdengiya şevekorê. Li wir, ruhê min cemidî û taya tenêtiyê ez pêçam bi seranser...
rabe dilo
dereng e
umir çû
wext nemaye
Tenêtî... Di nava dilê xwe de tenêman... Pir zehmet e ku mirov di nava xwe de tenê bimîne. Mirov ji xwe jî tenê bimîne û bibe biyaniyê xwe. Gelekî zehmet e ku mirov xwe li biyabanekê winda bike û nizanibe ka dê bi ku de biçe. Wekî hilmeke sar di nava dilê biyabanê de dilerize û dikeve nava windatiyeke bêpayan. Diqerisin hemû gotin li ser zimanê sirûştê û mirov winda dibe û bi tena xwe diçe û hey diçe...
hilmeke sar e tenêtî
di ruxsarê heyvê de
tirseke har e tenêtî
di hembêza şevê de
dinale tenêtî
di dergûşa mirinê de
Mirov diçe û di ruxsarê heyvê de li beramberî evîna xwe ya winda radiweste û jê gazinên xwe dike bi awirvedaneke sar. Heyv dikene bi halê mirov... Hingê ruhê mirov ditirse ji qehqeha heyvê û tirseke har xwe berî nav dilê mirov dide û lê dinişe. Hingê mirov xwe di dergûşa mirinê de dibîne ku ruhîstin landika mirov dihejîne... Wê demê dê kêfa hemû xêrnexwazên mirov bê û dê awirên wan ên tijî kîn ên ji têkçûna mirov kêfxweş bûyî dê li ser mirov bişemitin... Lê tirs hê jî dê dergûşa mirov bihejîne di bin sîbera mirinê de... Hingê mirov dê çavên mirinê bibîne û dê ji tirsa xwe bi gerdena tirsê werke... Lê tirs herdem landikhejiya mirinê dike...
Wê demê neynik dê mirov bidin dest û dê li nav çavên mirov bikenin. Rûyekî tijî qermûçik dê li rûyê mirov bibişire li berhemberî neynikê... Hingê çavên mirov dê şor bibin û awir biwestin û xwe berî nav bêdengiyê bidin û dê xwe bispêrin mirina xew û xewnan... Hingê mirov dê bi demê re revaneyê bike û xwe bispêre bêdengiyê û di dergûşa mirinê de ji aliyê tirsê ve bête nivandin... Wê demê dê ronahiya rojê tirsa herî mezin be ji bo mirov û mirov dê hertim jê bireve û xwe bispêre reşetariyê û binive...
Binve dilê min binve,
Binve ruhê min binve...
Piştre dê bête dîtin ku mirov bi sertewiyayî di nava şêniyan de winda dibe. Dê lingê mirov sist bigihêjin ser erdê û navmilên mirov dê têk biçin wekî guleke çilmisî, dê reng û rûyê mirov bi demê re bibehîtin... Hingê dê neyar û nemanên mirov ji kêfxweşiyê biwestin û êdî dê nema kêfxweş bibin. Ji ber ku êdî dê mirov hêjayî wê yekê jî nebînin. Bêpûtedan... Lê tirs dê hê jî bihejîne landika mirov di bin sîbera mirinê de. Mirin dê wekî hilmeke sar her roj li pey mirov bigere.
Şev û tenêtî...Tenêtî di hembêza şevê de dinale. Ji destê xewê birîndar dikeve ew. Xew mirov ji tenêtiyê dûr dike. Xew mirov ji jiyanê dûr dike. Lê tenêtî di nava jiyanê de mirov ji jiyanê sil dike. Jiyan tamijandina demê ye û tenêtî jî serberdana demê ye... Şev her tiştî vedişêre; mirov jî di nava tenêtiyê de xwe dispêre tariya şevê û ruhê xwe radestî xewê dike. Xew ruhê mirov ê westiyayî dinivîne û wî tena dike... Xew tenatiye...
(...)
Piştî çûyîna te ez bi tenê mam û taya tenêtiyê ruhê min vegirt. Ez cemidîm û lerz kete dilê min. Min hilma sar a tenêtiyê di kûratiya giyanê xwe de rabihîst... Piştî çûyîna te ez bêdeng ketim nav xeyalên xwe û min pişta xwe da jiyanê.
Hê jî ez dicemidîm li wê derê! ...
Ömer DilsözKayıt Tarihi : 7.8.2004 15:04:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!