Hêzên Şêran Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2567

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Hêzên Şêran

Keça min delala me ev dem bo me pir zore
Leşker şandin li ser me koma wan jî zehf tole
Şewitandin malên me dûman daket gundê me
Hêla me de şîwane, ev çi hale çi deke

Keça min kezeba me êriş anîn li ser me
Hêjmara wan sed hezar agir dadan bi ser me
Devê wan de xwîna sor hemû gurin hemû se
Ev rîya wan ne rê ye tevkujî ketin nav me

Keça min delala me salane di me tade
Lêdane û kutane nav dilê me de jane
Lorîna dayikane dilopên ser dêmane
Paşverû ya Rôm’ê ye hertim ew mar ê ade

Keça min Havîn’a me ser welatê me Kurdan
Şereke pir girane mal belav bûn mal talan
Jiyaneke dijvare agire me dibare
Ev doza me kurdan e bawer nekin neyaran

Keça min rûmeta me tu şervanê gelê me
Şoreşgerî, pêşewan tu ketî nav doza me
Netirse û netewe leşkerê Rom’ê tole
Sîpan, Qendîl û Munzûr hemû jî bûn warê me

Keça min keça gelan hêza te hêza şêran
Berxwedane, dijrabûn ez qurbana keç-xortan
Leşker şandin li ser me koma wan jî zehf tole
Ew rîya azadî yê hêvîyên hemû Kurdane

12.08.2011
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 14.8.2011 12:31:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu