Heyverona Welatê Me Xweşe

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Heyverona Welatê Me Xweşe

Rojhilatin û heyverona ser welatê me pir cuda ye
Çiya, deşt û best, gelî yên welatê me
Bêhempa ye
Ji axa walatê me de
Bêhna gulan
Û bêhna sosunan tê
Welat li me re hebûne
Li me re evîn e
Li me re dayîk e
Ji me re jîn e
Ji me re giyane
Din nav welatê me de
Meşîn ya qîz û bûkan e
Dengê qulingan
Dengê kewan e
Kanîyên welatê me nebêzarin
Çem û newalên li ser welatê me dikişin lemelemin

Welat axa bav û kalan, welat wargehê gelan e
Bi her dem gelan re niştimane û dildarî ye
Niştimana Kurdan jî birîndar e
Dilbikule
Wele ji bo welat
Ez xemgînîm
Ez bikeserim
Li min fîxan e
Di welat de agir e
Hejarî ye, feqîrî ye
Lêbelavbûn e
Dagirî ye
Zelîlî ye
Şere û cenge
Qers’a welat
Wan’a welat
Muşa welat
Milazgir’a welat
Erdîş’a welat
Cîzra Botan’a welat
Di nav dilan de cih girtine
Ez qurbana wan bajaran, wan bajarokan
Welat bi wan ve xemilandî ye, wan ve xweşe û geşe

Ax belengaza min, ax pepûka min, ax rebena min
Di dîroka welat ê me de bist heşt dijrabûn
Cî girtî ye
Pêk hatî ye
Dersim
Zîlan
Xarzan
Qabilcewz
Ez ji te re kîjanî bêjim? Hejmartina van xelasnabe
Lêbelê jîn, aştî, welat, evîn, dadî, rizgarî hemû jî xweşin

Mehmet Çobanoglu
28.01.2019
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 30.1.2019 14:39:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu