Barane û berf dibare
Lê delala min êvare
Dil bû rêwîyê bengî
Ev can welat digere
Devdevî heyveron ê
Delalê were de şeve
Û em rêvîyên bengî
Ev dil bo welat dîle
Hîv û stêr hat xuyan
Delal were şev jîyan
Em jî rêwîyên evînê
Dimeşin deşt û çiyan
Dilo were roj derket
Gelê Kurda jî serket
Em rêwîyên azadîyê
Û jor de heta binxet
Dilo ez bo welat dîn
Ez bimirim neke şîn
Canê min gorî welat
Li bikin dîlan,dewat
Dilê min de eşq,evîn
Boy welat ez bengîn
Dil rebena min were
Welat bu gula rengîn
Dilo rabe can qurban
Welat bu havîn,bihar
Em rêwîyên bi evînê
Her bijî gelê Kurdan
19.11.2008
Yildirim
Kayıt Tarihi : 20.11.2008 22:46:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!